Şampiyoniya Guleşta Azad a Cîhanî ya Ciwanan / Rehman Emûzad medala zêr stend
Tebax 19, 2021 00:39 Asia/Tehran
Piştî şampiyoniya Guleşta Azad a Cîhanî ya ciwanan li Rûsiyê, Rehman Emûzad, guleşgêrê îranî, madala zêr bi dest xist.
Li gor ISNAyê, Di giraniya 61 kg de, Rehman Emûzad, piştî navberek di tûra yekem de, di gera duyem de Bartosz Sultis ji Polonyayê bi encama 10: 0 têk bir.
Di dewreya din de û di qonaxa çaryek-fînalê de, Ew bii encama 12: 2 li hemberî Ebulfezl Nesîrov ji Komara Azerbaycanê serket û gihîşt qonaxa nîvfînalê.
Di vê qonaxê de, Emûzad, Fyodor Baltovê Rûsî 10-7 (lêdana teknîkî) têk bir û çû fînalê.
Di fînalê de, Emûzad di pêşbirka fînalê de Ravinder yê Hindistanî 9-2 têk bir û medala zêr qezenc kir.