Tebax 17, 2021 08:02 Asia/Tehran
  • Lîstikvanê efsanewî yê almanî, Gerd Muller di 75 saliya xwe de mir

Klûba almanî ya Bayern Munihê bi daxuyaniyek belav kir û ragihand: Lîstikvanê neteweyî yê alman, lîstikvanê efsanewî Gerd Muller di 75 saliya xwe de mir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Gerd Muller di sala 1945'an de li Nordlingena Almanyayê hatiye dinê.

Di navbera salên 1963-1981'ê de li tîmên wekî Nordlingen, Bayer Munih û Fort Lauderdale Strikers (DYA) lîst. Bi golên diavêt pênaseya "Bombeavêj" lê hatibû kirin.

Muller di 607 pêşbirkên li Bayer Munihê lîst de tam 556 gol avêtin. Li Almanyayê 7 car bû golavêjê salê. Di Bundeslîgayê de bi 365 golan hê jî rekord di destê wî de ye.

Li Bayerê 4 caran bû qehremanê Bundesligayê û 4 caran Kûpaya Almanyayê wergirt. 3 caran Kûpaya Lîga Qehremann wergirt, her wiha di sala 1970î de Xelata Goga Zêrîn jî wergirt.

Gerd Muller 62 caran formaya tîma neteweyî li xwe kir, ligel Tîma Neteweyî ya Almanyayê di sala 1972'yan de Kûpaya Ewropayê, di sala 1974'an de jî Kûpaya Cîhanê girt.

Serepeyv