Tebax 15, 2021 15:29 Asia/Tehran
  • 9 nûnerên Beza Îranê dê beşdarî pêşbirkên xortên cîhanê bibin

Tîma Beza xortan a Îranê bi 9 bezvanan dê beşdarî pêşbirkên cîhanî bibe.

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên Beza cîhanê dê ji18 heta 22ê Tebaxa 2021ê bi mazûvaniya bajarê Nayrobiya paytexta Kinyayê were lidarxistin.

9 bezvanên îranî jî pişk û para van pêşbirkan bi dest xistiye.

Muhemedreza Rehmanîfer, Sadiq Semîmî û Mehla Mehrûqî di kewkîkirina Dîskê da, Emîrhusên Memqanî û Erselan Qeşqayî di kewkîkirina Wezneyê, Emîr Muqedemî û Daniyal Bîbak du beza 400 mitr a bêberbend, Qasim Babayî di beza 100 mitr û Binyamîn Yûsifî di beza 200 mitr da nûnerên Îranê di van pêşbirkan da ne.

 

 

Serepeyv