Tebax 11, 2021 09:31 Asia/Tehran
  • Lionel Messi bi awayekî fermî çû PSG'ê

Lîstikvanê navdar Lionel Messi ku piştî 17 salan ji Barselonayê veqetiya bi awayekî fermî ligel tîma fransî, Paris Saint-Germain (PSG) peyman girê da.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Tîma Paris Saint-Germain (PSG) ku li Fransayê di lîga mezin Ligue 1'ê de dilîze û her dixwaze tîma xwe xurtir bike ragihand ku wan ligel Messi peyman girê daye.

Lionel Messi 17 sal Tîma A û 4 sal jî di tîmên jêrîn ên Barselonayê de lîstibû û îsal peymana wî temam bûbû. Ji ber rewşa aborî ya Barselonayê û ji ber rêgezên La Ligayê ligel ku her du aliyan dixwest ligel hev dewam bikin jî peymaneke nû saz nekirin. Bi vî awayî Messi ji Barselonayê veqetiya û duh PSG'yê transfera wî ragihand.

PSG'ê ragihand ku ligel Lionel Messi 2+1 peyman girê dane. Messi li tîma xwe ya nû dê formaya bi nimreya 30'î li xwe bike û ji bilî bacan dê nêzî 35 mîlyon Euroyî pere bigire.

Messi piştî girêdana peymanê got, "Ji ber ku di nav kariyera xwe de min rûpeleke nû vekir ez bi heyecan im."

Di nav kadroya PSG'ê de lîstikvanên navdar ên wekî Neymar, Kylian Mbappe hene.

Serepeyv