TFF: Yên derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadyûmê
Berî ku lîg dest pê bike Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) di çarçoveyê Covid-19'ê de biryarên nû girtin. TFF'ê ragihand, "Yên ku derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadan."
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li Tirkiyeyê serdema fûtbolê ya 2021-2022'yan dê roja 13'ê Tebaxê bi pêşbirka Beşîktaş û Rîzesporê dest pê bike. Berî pêşbirk dest pê bikin TFF'ê hin biryar girtin.
Di çarçoveya Covid-19'ê de TFF'ê hin biryar girtin. Va ne ew biryar:
- Yên ku derzî li xwe dane piştî vê yekê bi 14 rojan dê bikaribe bikeve stadyûmê. Ger derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadyûmê.
- Alîgirên tîma mêvan dê nekiribin bikevin stadyûmê.
- Ji bo beşa Protokol û Trîbuna Çapemeniyê jî heman şert derbas dibin.
- Di Lîga Super û Lîga 1'emîn a TTF'ê de bi Koda HES û entegrekirina E-Bilêtê dê şopandin çêbibe.
- Di Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn de ketina stadê di bin berpirsiya klûbên malxwê de ye û bi koda HES dê kontrol bê çêkirin.