Tebax 07, 2021 12:46 Asia/Tehran
  •  Messi wê here kîjan tîmî, kîjan welatî?

Agahiyeke nû ye veqetîna Messi ji Barselonayê. Bi vê re pirsa "Dê Messi here ku? Transferê kîjan tîmî bibe?" derket holê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li gor rewşa niha Messi kîjan tîmî bixwaze dê here wir, bêyî ku ew tîm pereyê transferê bide Barselonayê. Lê pereyên ku bidin Messi jî pereyeke mezin e. Her tîm nikare vê bide.

Çend tîmên mezin hene ku Messi dixwazin û pereyên wan ji bo peyman girêdana ligel Messi têrê dikin. Em wan rêz bikin:

MANCHESTER CITY

Manchester City ji par ve li dû Messi ye. Pep Guardiola ku li Barselonayê jî demek teknîk dîrektorê Messi bû, niha li City ye û ew jî dixwaze Messi here wir.

PSG

Paris Saint-Germain li Fransayê ev çend sal in dixwaze tîmeke mezin ava bike, di vî warî de gavên mezin avêtine jî. PSG piştî Neymar û Mbappe niha dixwaze Messi jî transfer bike.

INTER MIAMI

MLS Lîga Fûtbolê ya DYA'yê ye. Yek ji tîmên girîng ê vê lîgê Inter Miamî ye. David Beckham jî xwediyê vê tîmê ye. Inter Miami wî dixwaze. Ger Messi li Ewropayê di tîmeke de nelîze, îhtîmal e here wir.

NEWELL'S OLD BOYS

Newell's Old Boys tîmeke li Arjantînê ye. Messi dema hê 7 salî bû li wê derê li gogê da û dest

 

 

Serepeyv