Daxuyaniya derketina Messi ji Barselonayê bajar xist rewşek taybetî
Ragihandina çûyîna Lionel Messi ji Barcelona bû sedema gelek bertek û perîşanî. Bajarê Barcelonayê piştî ragihandina vê nûçeyê ji ber dijwariya protestoyên alîgirên kaptan û efsaneya vê klûbê di rewşek taybet û awarte de bû.
Li gorî rapora IRNA`yê, şeva buhurî (Pêncşem), Barselonayê bi fermî di daxuyaniyekê de ragihand ku peymana Lionel Messi nayê dirêjkirin û kaptan û efsaneyê klûbê dê ji Barça derkeve.
Eva di demekê de diqewime ku her kes li benda dirêjkirina pênc-salî ya peymanê di navbera her du aliyan de bû, û stêrka Arjantînî dixwest ku vê yekê bike, lê astengiyên darayî yên La Liga bûn sedema veqetandina Messi û Barselonayê.
Lêbelê, ew nûçe ew qas şok û bêbawer bû ku bandor li tevahiya cîhanê kir û ji xeynî gotegotên mezin û piçûk ên ku li ser têne bihîstin, bajarê Barcelona jî xist rewşek ecêb û awarte.