Tebax 06, 2021 20:03 Asia/Tehran
  • Mêvandar madala fûtbolê bi dest nexist / tûnc ket destê Meksîkiyan

Tîma Neteweyî ya Futbola Meksîkayê 3-1 li hemberî tîma Japonya serket û di fûtbolê ya mêran de medala tûnc a Olîmpîka Tokyo 2020 bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê, pêşbirka rêzbendiyê ya fûtbolê ya Olîmpîka Tokyo li beşa mêran saet 13:30 bi dema Têhranê bi pêşbirka Japonya û Meksîkayê pêk hat, ku tê de nûnerê parzemîna Amerîkayê di dawiyê de 3-1 bi ser ket.

Meksîka bi coş dixwest ku madala bronz bi dest bixe. Wan di deqîqeya 13emîn de ji hêla Kristin Cordova ve gola yekem ji nuqteya penaltiyê pir zû avêt derwazeyê Japonyayê. Neh deqîqe şûnda, Johann Vasquez bi derbeya serê xwe gola 2-yemîn xiste derwazeyê Japonyayê. Nîveya yekemîn bi heman encamê bi dawî bû.

Di 45 deqîqeyên duyemîn de, Meksîka dîsa bû xwediyê goleke din. Di deqîqeya 58an de Alexis Vega ev gol avêt. Di Deqîqa 78 -an de, Cauro Mitoma tenê gola Japonyayê gihande encamê. Di dawiyê de, ew Meksîk bû ku bi encama 3-1 li hemberî mêvandarê xwe bi ser ket û madala tûnc bi dest xist û Japonya ji madalê bê par kir.

Serepeyv