Tebax 04, 2021 17:34 Asia/Tehran
  • Guleştgirê îranî yê hêzdar gihîşt nîvfînala Olîmpîkê

"Riza Eterî" pehlewanê guleşta azad ê Îranê di giraniya 57 Kg de bi serketina li hember hevrikê xwe ji Mogolistanê gihîşt nîvfînala Olîmpîka Tokyoyê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Pêşbaziyên guleştgirê azad yên Îranê li Olimpîka Tokyoyê ji îro 4 Tebaxê destpê kirin û ew ê heya 7 Tebaxê bidome. Têkoşanên pêşîn ên 2 weznên 57 û 86 kg îro (Çarşem) saet 6:30 bi dema herêmî dest pê kirin.

Di giraniya 57 kg de, Reza Eterî di tûra yekem de bi Suleiman Atli, xwediyê medalên zîv û tûncê cîhanê û medala zêr a şampiyoniya Ewropayê ji Tirkiyê, ket pêşbirkê. Eterî guleşteke bi plan û bê xeletî pêşkeş kir û dema ku guleşt pir bi hesasî dihat şopandin, wî dijberê xwe yê bi hêz bi encama 3-2 têk bir û derbasî qonaxa din bû.

Eter di vê qonaxê de, bi Bakhbayar Ardanbat, guleştgirê Megolistanî yê xwediyê medalên tûncê cîhanê û medala zêr a Lîstikên Asyayê re kete pêşbaziyêr, ku bê xeletî 5-1 dijberê xwe têk bir û gihîşt nîvfînalê.