Tebax 02, 2021 18:33 Asia/Tehran
  • Sarewî derbasî qonaxa din a Guleşta Ferengî Olîmpîkê ya Tokyo bû

"Muhemed Hadî Sarewî" nûnerê Îranê di wezna 97 kîlo de li Guleşta Ferengî ya Olîmpîka Tokyoyê, li pêşbaziya xwe ya bi reqîbê Cezayêrî re ew têkbir û derbasî çareka fînalê bû.

gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Iranê Pressê, pêşbirkên guleşta ferengî yên Olîmpiîkê di 2 weznên duyem de îro (duşem) saet 6:30 danê sibê bi dema Îranê li salona “Makohari Mesa” ya Tokyoyê dest pê kir û roja sêşemê (sibê) dê biqede. Di giraniya 97 kg de, Mihemed Hadî Sarewî, guleşgirê Komara Îslamî ya Îranê (xwedanê mêdalên zêr û tûnc ên Asyayê yên Hêviyên Cîhanî), di dewra yekem de bi 9-0 li hemberî guleştgirê Cezayirê serket. Sarewî di rêza pêşîn de û ji bo derbasbûna nîvfînalê divê ku bi Kirill Milov ê Bulgarî xwediyê medalên Zîv a Cîhanî / Zîv a Ewrûpî / Zîv a Olîmpîka Ciwanan a 2014) re bikeve pêşbaziyê.

Herwisa, “Muhemed Elîgerayî” nûnerê giraniya guleşta 77 kîlo ya Îranê di yariyên Olîmpîkê de, vê sibê bi serketina li hember hevrikê Kirvatistanî gihîşt nîvfînala vê giraniyê. Gerayî, xwediyê du medalên tûncê yên cîhanê di giraniya 77 kg de, di pêşbirka yekem de li hember Pena Flores ji Kubayê 7 bi 3 ew têk bir.

Serepeyv