Tebax 01, 2021 09:17 Asia/Tehran
  • Serketina guleştgirê ferengîkar ê îranî di dora yekem a pêşbirkên Olempîka Tokyoyê da

Ferengîkarê desteya giran a Îranê li Olempîka Tokyoyê ji guleştgirê Koreya Başûr bir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Emîn Mîrzazade guleştgirê ferengîkar ê Îranê di giraniya 130 kg da îro Yekşemî di dora yekem a pêşbirkên guleşta Olempîka Tokyoyê da çû pêşberî Mîn Seûk Kîm ji Koreya Başûr.

Mîrzazade di vê pêşbirkê da bi encama 6-0 ji hevrikê xwe bir û derbasî dora din bû.

Ew ê di dora duyem da biçe pêşberî Mîhayn Lopêz ji Kûbayê.

 

Serepeyv