Tîrmeh 31, 2021 18:23 Asia/Tehran
  • Olîmpîka Tokyo; derbasbûna Spanya û Japonyayê bo nîvfînala

Spanya bi serketina li hemberî tîma Perava Îvorî (Perava Qîlê Fîlan) wek yekem tîm e ku di beşa mêran de gihîşt nîvfînalê Olîmpîk Tokyo 2020.

Li gorî rapora IRNA`yê, çaryek-fînala Olimpîka Tokyo ya 2020 li beşa mêran bi pêşbirka Spanya û Perava Îvorî saet 12:30 danê êvarê bi dema Têhranê dest pê bû û bi ser ket û derbasî nîv fînalê bû.

Spanya niha tîma yekem e ku gihîştiye nîvefînalê. Perava Îvorî jî piştî ku têkçûna xwe ya ewil a tûrnûvayê xwar ji pêşbirkê derket.

Japonya wek mêvandar Olîmpîkê jî îro di penaltiyan de Zelanda Nû 4-2 têk bir û di nîvefînala mêran a fûtbolê ya Olîmpîka 2020-an de bû rikeberê Spanyayê.

Tîma futbolê ya mêran a Olîmpîkê ya Meksîkayê bi têkbirina 6-3 Koreya Başûr, bû rikeber Brezîlyayê li nîvefînalê.