Tîrmeh 31, 2021 17:54 Asia/Tehran
  • Gelê Cezayêrê bi germî pêşwaziya werzkarê Olîmpîkî yê piştgirê Filistînê kirin

Cûdokarê Cezayêrî Fethî Nûrîn, ku ji bo piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînê red kir ku di Olîmpîka Tokyo ya 2020 -an de rûbirûyê nûnerê Rejîma Siyonîst bibe, bi pêşwaziyek germ a gelê Cezayêrê hat welatê xwe.

Li gor IRIB Newsê,  Cûdokarê Cezayêrî li Olîmpîka Tokyo 2020-an de bi nûnerê Rejîma Siyonîst re nekete pêşbaziyê û nîşan da ku comerdî û ruhê berxwedanê di werzîşê de hîn zindî ye, vêca dema vegeriya welatê xwe li Balafirgeha El-Cezîrê ya "Hawari Boumedien" ji aliyê gelê Cezayêrê bi germî hat pêşwazî kirin.

Cûdokarê Cezayêrî Fethî Nûrîn ku giraniya wî ji 73kg kêmtir bû, diviyabû di tûra yekem a Olîmîka Tokyoyê de li hemberî nûnerê rejima dagirkerê Qudsê bikeve pêşbirkê, lê vî werzîşkarek wêrek ji bo piştgirîdayîna gelê bindest ê Filistînî ji Olîmpiyadê vekişiya û got ku naxwaze bi nûnerê rejîmekê re bikeve pêşbaziyê ku destê wê di nav xwîna mirovên bêguneh e.

Ev karê hêja yê Cûdokarê Cezayêrî ji hêla bikarhênerên qada mecazî (sîber) ve bi germî û bi girseyî hat pêşwazîkirin  û piştgiriya Nûrîn a ji bo gelê bindest ê Filistînê bi qedr hate nirxandin.

Serepeyv