Tîrmeh 30, 2021 09:17 Asia/Tehran
  •  Li Hesekeyê; Mîhrîcana  Dîlanan a Ronahî Bawer a 5'emîn dest pê kir

Bi beşdarbûna 16 komên dîlanan, Mîhrîcana Dîlanan a Ronahî Bawer a 5'emîn li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Her dîlanek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" li bajarê Hesekê dest pê kir.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Mîhrîcan bi meşekê dest pê kir. Meşa bi diruşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa azadî û rûmetê" hatiye organîzekirin ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a taxa Miftî dest pê kir.

Bi dehan endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cilên xwe yên folklorî beşdarî meşê bûn û li dijî êrişên dagirkeriyê dirûşme berz kirin.

Meş li ber navenda Serdemê ya Çandê ya Ii taxa Mişêrfê bi dawî bû û li hola mîhrîcanê deqeyeke rêz hate girtin.

Çalakiya roja yekemîn a mîhrîcanê bi gerandina dîlanên follklorî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

Serepeyv