Kûpaya Navneteweyî ya Futsalê li Tayland / Îran bû Fînalîst
Tîrmeh 29, 2021 19:21 Asia/Tehran
Tima neteweyî ya futsalê ya Îranê di nîvfînala tûrnûvaya Taylandê de tîma Uzbekistan têk bir û derbasî fînalê bû.
Li gorî Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê, tîma neteweyî ya futsala Îranê vê sibehê gihîşt nîvefînala tûrnûvaya futalsala parzemînê ya li hemberî Uzbekistanê.
Di dawiyê de, Îran bi serkevtina 7-5 li hember Uzbekistanê derket fînalê.
Ji bo Îranê, Ferhad Tewkulî (2 gol), Bêhzad Ezîmî, ElÎ Esxer Hesenzadeh, Mehdî Cavîd û Saîd Ebasî (2 gol) avêtin.
Şagirdên Nazim el-Şerîet di qonaxa komî ya van pêşbaziyan de bi têkbirina tîmên Lîtvanya û Tacîkistan û bi wekhevbûna bi Misrê re wek serkêşên koma duyemîn derket pêş û derbasî nîvfînalê bûn.