Tîrmeh 27, 2021 23:10 Asia/Tehran
  • Dîmenê kulturî yê Hewramanê ji aliyê UNSECO ve hat tomarkirin

Dîmen û rûçkê kulturî yê devera Hewraman ya li du parêzgehên Kirmanşan û Kurdistana Îranê ji aliyê UNESCO ve wekî mîrata çandî ya 26-an a Îranê di nav lîsteya cîhanî hat tomarkirin.

Li gor Press TV, Berpirsê navenda kulturî ya devera Hewramanê, Pûya Talibniya ji medyaya Îranê re gotiye, dîmen û rûçkê kulturî yê devera Hewramanê di çil û çaremîn civîna UNESCO de hat pesendkirin û tomarkirin.

Talibniya her wiha gotiye, ewê hewl bidin rûyê din yê Hewraman jî, ku pêwendiyên navbera mirov û jîngehê de ye, bi UNESCO bidin tomarkirin, ji ber ku pêwendiyeka gelekî bihêz û germ di navbera mirov û jîngeha Hewraman de heye.

Bi gotina wî berpirsî, rûbera ku ji aliyê UNESCO ve hatiye tomarkirin 409 heza Hîktar e ku 106 hezar wê rûbarê milk û malin û 307 hîktar siruşta din e.

Devera Hewraman girêdayî bajarokê Serwava, sine û Kamyaran ne li parêzgeha Kurdistanê beşa başûrê wê jî li şaristanên Rwanser, Pawe, ciwanrû û Selasê Babacanî li parêzgeha Kirmanşanê ye.

Di civîna 44emîn rûniştina komîta mîrata cîhanî ya UNESCO roja yekşemê, doza "Rêhesina Neteweyî ya seranseriya Îranê" jî hate nirxandin û bi erêkirina endamên komîtê, Rêhesina Îranê wekî 25-emîn mîrata çandî ya berçav e û yekem mîrata pîşesazî Îran di nav Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO de hat tomar kirin.

Serepeyv