Tîrmeh 27, 2021 11:47 Asia/Tehran
  • Îran di pileya voleybola cîhanê de derket pileya dehemîn

Tîma Neteweyî ya Voleybola Îranê piştî ku di Olîmpiyadên Tokyoya 2020-an de serkeftina xwe ya duyemîn bi dest xist, di rêza Federasyona Navneteweyî de derket pileya 10emîn.

Li gorî IRNAyê, tîma netewî ya voleybola Îranê bi du serkevtinên li hemberî Polonya û Venezuelayê dest bi Lîstikên Olîmpîkê kir. Serkeftina li hemberî Venezuelayê di pileya cîhanê de 4 pûan da Îranê.

Îran vê gavê di 265 pûanan de, pileyeke din hilkişiya û di rêza 10emîn a cîhanê de cih girt,. Şagirdênên Vladimir Alkeno hêj li Asyayê xwediyê pileya herî baş in.

Di vê rêzkirinê de, Brezîlya, Polonya û Rûsya di rêza yekem heta sêyem de ne.

Serepeyv