Tîrmeh 26, 2021 10:25 Asia/Tehran
  •  Futbolîstê Almanî bi zimanê Kurdî teklîfa zewacê li dergistiya xwe kir

Futbolîstê Almanî Max Kruse yê 33 salî ku niha bi tîma niştimanî ya Almanyayê re beşdarî di Olempîka Tokyoyê de kiriye, di weşaneke zindî de bi Kurdî pêşniyara zewacê li dergistiya xwe kir.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Max Kruse demek kurt piştî lîstika tîma niştimanî ya Almanyayê li hemberî Erebistana Siûdî, dema ku bi ji kanala 1 NDR a Almanî re diaxivî, ragihand daxwazeke wî heye û formayê xwe li ber xwe kir û bi nivîseke Kurdî ya li ser Tshirtê xwe teklîfa zewacê li dergistiya xwe kir.

Lîstikvan Max Kruse piştî formaya xwe derxist, li ser çûkên xwe rûnişt û nivîsa Kurdî ya li ser Tshirtê xwe raber kir ku li ser bi Kurdî hatibû nivîsandin: “Ez ji te hez dikim. Tu dixwazî bi min re bizewicî?”

Hesaba twitterê ya kanala DW Sport jî di twittekê de ragihandiye, dergistiya wî teklîfa zewacê qebûl kiriye, lê ti hûrgilî aşkere nekiriye.

Nasnameya dergistiya Max Kruse wek Dilara hatiye ragihandin û tê gotin, keçik ji Mêrdînê ye.

Di lîstika duh a di çarçoveya Olempîka Tokyo 2020î de, tîma futbolê ya Almanyayê bi encama 3-2 ji tîma Erebistana Siûdiyê bir.

Max Kruse par di tîma Fenerbahçe ya Tirkiyê de dilîst û paşê derbasî tîma Union Berlin a Almanyayê bû.

Serepeyv