Tîrmeh 26, 2021 10:20 Asia/Tehran
  •   Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê duh bi dawî bû

Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê duh 25ê Tîrmehê bi dawî bû û festîval bi fîlma “Xaniya bê banî” ya derhênera Kurd a ji Herêma Kurdistanê Solîn Yûsif hat girtin.

Li gorî rapora Rûdawê, Festîvalê di roja 21ê Tîrmehê de li hola Sînemayê ya "KARO ART Oktyabr" dest pê kir û heta duh 25 Tîrmehê berdewam kir.

Di festîvalê de bi giştî 35 berhemên derhênerên Kurd ên fîlmên sînemayê, kurtefîlm û belgefîlm û derhênerên biyanî hatin pêşandan.

Tora Medyayê ya Rûdawê hevkara fermî yê Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê ye û sponsoriya medyayî ya festîvalê kir.

Duh di roja dawî ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê de, festîval bi pêşandana fîlam “Xaniya bê banî” ya derhênera Kurd Solîn Yûsif  hat girtin.

Serepeyv