Di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) de; Tîma Milwaukee Bucks piştî 50 salan yekem car bû qehreman
Di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) de qehremanê serdema 2020-2021'ê diyar bû: Tîma Milwaukee Bucks tîma Phoeniks Suns bi 4-2 têk bir û bû qehreman. Milwaukee Bukcs piştî 50 salan yekem car bû qehreman.
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Milwaukee Bukcs di pêşbirka rêzeya fînalê de bi 2-0 li paş ket lê dest jê berneda û di dawiyê de bi 4-2 bi ser ket. Di pêşbirka 6'an a ku pê bû qehreman de Bucks bi 105-98'ê bi ser ket.
Lîstikvan Diannis Antetokounmpo 50 hejmar avêtin potaya Phoeniks Sunsê û tîma xwe kir qehreman. Antetokounmpo di pêşbirkê de bi 14 ribaund û 5 blokan jî ked da tîma xwe.
Tîma Bukcs herî dawî di sala 1971'ê de bûbû qehreman.
Li NBA'yê 15 sal berê jî tiştek wisa qewimîbû: Tîma Miami Heat li hemberî Dallas Maveriksê bi 2-0 li paş ketibû û paşê bi 4-2 bi ser ketibû.