Tîrmeh 21, 2021 21:16 Asia/Tehran
  • Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro destpê dike

Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê, ku Tora Mîdyayê ya Rûdawê hevkara wê ya fermî ye, îro 21 Tîrmehê li Moskowê destpê kir. Festîval ta 25 Tîrmehê berdewam dike û tê de bi giştî 35 berhemên derhênerên Kurd ên fîlmên sînemayê, kurtfîlm û belgefîlm ên ji herêmên kurdî li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê û derhênerên biyanî tên pêşandan.

Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê li hola Sînemayê ya "KARO ART Oktyabr " birêve diçe. Di vê Festîvalê de fîlimek û 8 fîlimên kurteçîrok û belgefîlm ên derhênerên îranî tên pêşandin.

Bi giştî di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de dê 35 fîlmên di war û formatên cuda de tên pêşandan.

Di merasima vekirinê de, ku saet 19:30 destpê kir, kesayetên navdar ên çand û hunerê, nûnerên balyozxanên dewletên biyanî û nûnerên diyasporaya kurd beşdarî kirine.

Her weha hejmareke akter, derhêner, produser yên ji Tirkiye, Almanya, Fransa û Brîtanyayê jî hatine vexwendin.

Rêûresm ji Xaliya Sor, bufe û axaftinên xêrhatinê destpê kir.

Hat zanîn ku festîval bi pêşandana fîlmên derhênerên jin bê vekirin û bê girtin. Roja pêşîn, 21 Tîrmehê de wê promyera fîlma Eva Hasson ya `Keçên Rojê` bê nîşandan, ku sala 2018 di Festîvala Kannes de ji bo xelata Çiqla Palmiye Zêrîn weke namzed hatibû destnîşankirin. Fîlm, behsa berxwedana keç û jinên kurd dike ku weke dîl dikevin destê DAÎŞê, paşê batalyoneke taybet saz dikin û ji bo parastina warê xwe û dahatûya xwe têdikoşin.  

Rojên pey re dê bi nîşandana fîlma “Penaberê Biçûk” ya derhêner Batîn Qubadî (birayê Behmen Qubadî) ji Kurdistana Îranê; 

Fîlma “Zagros” ya derhêner Sehîm Omer Xelîf ê ji Herêma Kurdistanê;

Fîlma tirsê ya “Naletên Mezopotamyayê” derhêner Lewend Omer yê ji Kurdên Sûriyê;

Fîlma “Briya ku Berf bibare” yê derhêner Hîşam Zeman. 

Her weha temaşevan dikakrin di rojên festîvalê de fîlmên weke “Navê vê” ku behsa dîroka jenosîdan dike; fîlma “Diyalog” – ya li ser rêwîtîya metirsîdar a dayîkeke kurd ku li dû kurê xwe digere; “Dahênerê bîsîkleta kurdî” ya li ser şîlekêş û derwîş, aqilmend û feylesof Nazîm Nadîrov jî bibînin.

Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlimên Kurdî ya Moskowê 25 Tîrmehê bi pêşandana fîlam “Xaniya bê banî” ya derhênera Solîn Yûsif  bê girtin.

Hemû fîlmên hilbijartî di salên cuda de beşdarî festîvalên navneteweî kirine û xelatên cihêreng wergirtine.

Serepeyv