Tîrmeh 19, 2021 17:45 Asia/Tehran
  • Guleştgirê îranî, qehremanê herî dilhebîn ê Olîmpîkê ye

Di anketa Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê de Hesen Yezdanî xwediyê madalên zêrîn ên Olîmpîk û cîhanê wekî qehremanê herî dilhebîn ê Olîmpîkê di warê guleşta azad de hate hilbijartin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîziyona Îranê ya roja Duşemê, Yekîtiya Guleştê li Cîhanê li ser Instagrama xwe rapirsiyek derbarê şampiyonên Olîmpîkê yên herî populer û dilhebîn di warê guleşta azad de li dar xist û di dawiyê de, Hesen Yezdanî bi dengê muxatebên Yekîtiya Cîhanê ya Guleştê bû yekem.

Ev rapirsîn bi beşdariya 16 şampiyonên guleşta azad ên olîmpîkê ji welatên curbicur hat lidarxistin ku tê de Hesen Yezdanî û Abdulreşîd Sadullayev,guleştgirê navdar ê Rûsî, gihiştin qonaxa fînalê û di dawîyê de pêlewanê serbilind ê Îranê bi dengên bikarhênerên qada sayberî pileya yekem bi dest xist.

Serepeyv