Tîrmeh 19, 2021 15:14 Asia/Tehran
  • Tîma voleybola rûniştî ya herî bi rûmet tîma Paralîmpîkê ya Îranê ye

Komîteya Paralîmpîk a Navneteweyî tîma voleybola rûniştî ya Îranê wekî tîmek herî bi rûmet a ku di Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê de amade ye, bi nav kir.

Li gorî IRNAyê, kêmtir ji çil rojî mane heya destpêkirina fermî ya Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyo -2020, û di vê navberê de, malpera fermî ya Komîteya Paralîmpîk a Navneteweyî derbarê hebûna tîm û kesayetiyên diyar ên ji welatên cûrbecûr lêkolîn kiriye.

Yek ji lîstikên paralîmpîkê yên herî populer û balkêş  voleybola rûniştî ye.

Tîmên Bosna Hersek, Brezîlya, Çîn, Misir, Almanya, Japonya, Îran û Rûsyayê dê heşt tîmên beşdarî beşa Paralîmpîka Tokyo ya 2020-an di beşa mêran de bibin.

Tîma netewî ya voleybola rûniştî ya Îranê bi 6 mêdalên zêr di Lîstikên Paralîmpîk de tîma herî bi rûmet û serbilind a voleybola rûniştî ya mêran e û ji Lîstikên Paralîmpîk ên Sydney 2000-an ve, tîma neteweyî ya Îranê hemî pêşbirkên fînalê li hemberî tîma Bosna Hersek lîst.

Tîma Îranê di Lîstikên Paralîmpîk de du sernavên berqehremaniyê(Runner-up) tomar kir û hewl dide di beşdariya xwe ya nehemîn li lîstikên Paralîmpîkê  şampiyoniya xvê lîstikê bi dest xîne.

Serepeyv