Tîrmeh 19, 2021 13:06 Asia/Tehran
  • Filmê ‘Bê niştîman’ di rojên cejna Qurbanê de li Herêma Kurdistanê tê nîşandan

Derhênerê Filmê ‘Bê nîştiman’ diyarkir wê di rojên Cejna Qurbanê de filmê wan li sînemayên Herêma Kurdistanê were nîşandan. Filmê ‘Bê nîştiman’ li ser jiyana penaberiyê ya piştî şerê terorîstên DAIŞ’ê ye.

Di saetên êvarê de li Sitî Sînemaya Silêmaniyê Derhênerê filmê ‘Bê nîştiman’ Tûrec Eslanî di civînek çapemeniyê de eşkere kir ku wê di rojên Cejna Qurbanê de filmê wan li sînemayên Herêma Kurdistanê were nîşandan.

Filmê ‘Bê nîştiman’ derhênertiya wê Tûrec Eslanî kiriye û ew li kompaniya sînemayî ya MAAD Movie hatiye çêkirin, Ew berhema hevpa a Eez Helkewt Reşîd ji Herêma Kurdistanê ye. Lîstikvan û aktorên wê ji kurdên Tirkiye, Sûriye , Iraq û Îranê ne. Yek ji wan Cahît Şahîn Yalçîn aktorê bi nav ê kurd ji Tirkiyê ye ji Îranê jî Hanî Muctehidî dengbêjê kurd yê bi nav e.

Naveroka film li ser jiyan, şer, penaberiya di dema şerê DAIŞ’ê de ye. Ka çawan hinek kes ji neçarî ji welat koçberî dervey welat dikin. Dîmenên film li Herêma Kurdistanê hatine kişandin.

Li gorî gotina derhênerê film, wê roja yekem a Cejnê 20’ê Tîrmehê(sibê) di saet 19:00’an de li Sitî Sînema ya Silêmaniyê bi amadebûna aktor û lîstikvanan film were nîşandan.

Her wiha wê di roja duwem û sêyem ên cejnê de jî bi rêzê ve li Dihok, Hewlêr û Kerkûkê were nîşandan.

Serepeyv