Tîrmeh 17, 2021 18:57 Asia/Tehran
  • Ji 2023 heya 2025 an mêvandarên fînala Lîga Şampiyonan îlan kirin

Komîteya Birêvebir a Yekîtiya Futbola Ewropî (UEFA) mafê mêvandariyê ya fînala Lîga Şampiyonan a 2023-an da Tirkiyê.

Li gorî IRNAyê, piştî veguheztina fînala Lîga Şampiyonan a 2023-an ji Stenbol bo Porto, Tirkiye dê li Stadyuma Ataturk pêşbirka fînala 2023-an mazûvanî bike.

Wekî din, pêşbirka qonaxa komê ya Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropa û Lîga Konferansa Ewropayê ya sezona bê dê di dawiya Tebaxê de li Stenbolê pêk were.

UEFAyê di heman demê de mêvandarê fînala Lîga Şampiyonan a çend salên bê jî ragihand; Li gorî vê yekê, fînala Lîga Şampiyonan a 2023-an, ku biryar bû li Munîxê were li darxistin, dê di sala 2025-an de anku du salan derengtir dê li vî bajarî ve were li darxistin.

Wembley Stadium li London dê bibe mêvanê fînala 2024, û di dawiyê de dê mêvandariya fînala Lîga  Ewropayê bidin Dublin di sala 2024 û Bîlbao jî bibe mazûvanê fînala Lîga şampiyonên Ewropî ya 2024 ya jinan û bibe mazûvanê fînala Lîga Ewropa ya 2025.