Tîrmeh 16, 2021 14:58 Asia/Tehran
  • Federasiyona cîhanî ya Walîbalê pesna Muhemed Mûsewî da

Federasiyona cîhanî ya Walîbalê pesna endamê Tîma neteweyî ya Walîbala Îranê da.

Li gorî rapora ISNAyê, Federasiyona cîhanî ya Walîbalê bi weşandina fîlmekê pesna seyid Muhemed Mûsewî, endamê tîma walîbala Îranê da.

Federasiyona cîhanî ya Walîbalê çend rojan mayî bi pêşbirkên Olempîka Tokyoyê, nivîsî: Tîma neteweyî ya Walîbala Îranê tenê 5 lîstikvanên bin ezmûn di lîsta xwe ya Olempîkê da dihewîne û yek ji wan Seyid Muhemed Mûsewî ye ku xwedan ezmûneke zehf e.

Seîd Merûf, Cewad Kerîmî, seyid Muhemed Mûsewî, Mesûd Xulamî, Elîesxer Mucered, Emîr Xefûr, Sabir Kazimî, Mîlad Ebadîpûr, Mêysem Salihî, Murtezza Şefîyî, Mehdî Merendî û Arman Salihî 12 lîstikvanên Tîma neteweyî ya Walîbala Îranê ya şandî bo Olempîka Tokyoyê ne.

 

Serepeyv