Ji ber ku testên qafîleya Galatasarayê li Yewnanistanê nehatin qebûlkirin tîm vegeriya welat
Tîma futbolê ya Galatasarayê ji bo ku bi Olympiakosa tîma fitbolê ya Yewnanistanê ra pêşbirka amadehiyê bileyîze, çû Atînayê, lê ji ber ku testa wan a Kovîd-19ê nehat qebûlkirin û rastî miemeleyeke ne baş hat, vegeriya welat.
Qefleya Galatasarê bi balafira taybet a Rêhewaya Tirk hat Balafirgeha Stenbolê û Fatîh Terîmê dîrektorê teknîkê li balafirgehê daxuyanî da çapemeniyê.
Fatîh Terîm diyar kir ku Galatasaray rêgezên navneteweyî pir baş dizane û wiha dewam kir, "24 saet berê testa me hemûyan girtin. Di destê me hemûyan da belgeya testê hebû li wê derê. Dema ku em peya bûn, gotin ku testeke lezgîn wê were kirin. Li gor peymana navbera her du welatan, her du alî testên hev qebûl dikin, ji me test xwestin. Gotin ku ev 2 roj in em tiştekî wiha dikin. Me îtiraz nekir. Min jî test kir. Hin hevalên me derketin derva. Hin karmendan got ,'Na wisa nabe, gazî her kesî bikin, wê test bikin. Gazî wan kirin û paşve anîn. Ji wê şûnda tenê tiştek ma, ew jî veger bû. Lewra meriv pêşbirka dostaniyê bi dostan ra dike. Ev helwesteke dostaniyê nîne. Me got nexwe em vedigerin."
Terîm ji bo piştgiriyê spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu û rayedarên din kir.