Tîrmeh 12, 2021 18:45 Asia/Tehran
  • 'Koçerê Biçûk' di yekemîn dora festîvala fîlma kurdî ya Moskoyê dê were nîşandan

Fîlma sînemayî ya Koçerê Biçûk bi derhêneriya Betîn Qubadî û amadekariya Muhemed Ehmedî dê di yekemîn dora festîvala fîlma kurdî ya Moskoyê li Rûsiyê were nîşandan.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Fîlma sînemayî ya Koçerê Biçûk (The Little Refugee) bi derhêneriya Betîn Qubadî û amadekariya Muhemed Ehmedî û berhema welatên Îran û Tirkiyê di sala 2019an da, di hebûna xwe ya herî nû ya navneteweyî di yekemîn dora festîvala fîlma kurdî ya Moskoyê li salûnên navenda sînemayî ya Oktoberê ya bajarê Moskoyê li Rûsiyê were nîşandan.

Yekemîn dora festîvala fîlma kurdî ya Moskoyê (MKFF) bi rêveberiya Gulîzer Gerdenzerî bi armanca nîşandana çand û dîrokan kurdan û jiyana nûjen a vî gelî, bi çavdêriya Wezareta çand û huner û xortan (Rewşenbîrî û Lawan) a hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi nîşandana 15 fîlmên bilind ên sînemayî û 20 kurtefîlmên çîrokî û belgewar ji derhênerên kurd li welatên Îran, Tirkiye, Sûriye, Herêma Kurdistana Iraqê û welatên din ên cîhanê û bi piştevaniya Karo.artê dê ji 21 heta 25ê Tîrmeha 2021ê li bajarê Moskoyê li Rûsiyê were lidarxistin.

 

Serepeyv