Têhran; Mazûvaniya pêşbirkên Hendbala qehremaniya Asyayê
Tîrmeh 12, 2021 11:06 Asia/Tehran
Têhran bû mazûvana dora bîstem a pêşbirkên qehremaniya mêran a Asyayê û bijaertina cîhanê.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Federasiyona Hendbala Îranê li gorî daxwaza Konfederasiyona Hendbala Asyayê bi nameyekê çend bajar wek bijardeyên lidarxistina van pêşbirkan dan nasandin ku Konfederasiyona Hendbala Asyayê ji nav bajarên nasandî Têhran û salûna 12 hezar kesî ya Navenda werzîşê ya Azadiyê wek mazûvana dora bîstem a pêşbirkên qehremaniya mêran a Asyayê û bijaertina cîhanê da nasandin.
Ev pêşbirk dê ji 21 hetê Çileya 2021ê heta 2ê Sibata 2022an dê bi beşdariya tîmên asyayî were lidarxistin.