Tîrmeh 12, 2021 09:27 Asia/Tehran
  • Îtalya di penaltiyan de Îngilîstan têk bir û EURO 2020 qezenc kir

Îtalya piştî ku Îngîlistanê bi penaltiyan li stadiyuma Wembley a bi nav û deng têk bir, roja Yekşemê bû qehremanê EURO 2020.

Luke Shaw di deqîqeya duyemîn de û ji şeş metriyê tgoga ku Kieran Trippier gihandibû wî xiste nav derwazeya Îtalyayê. Shaw di fînala EURO-yê de golê herî zûtirîn avêt derwazeyê hevrikê xwe.

Li dû vê golê, Îtalya maç xist bin kontrola xwe, lê wan nekarî berevaniya Îngilîstanê bişkînin û şansên golkirinê çêbikin.

Di nîvê yekem de tenê goleyek wan hebû.

Îgilîzstan piştî ku Raheem Sterling ket qada cezayê bi penaltî hêvîdar bû, lê dawer di destpêka nîvê duyemîn de bi vê yekê razî nebû.

Di nîvê duyemîn de Îtalya serdest bû û di xuleka 62-an de nêzîkê bû ku goga Federico Chiesa bibe gol, lê goga wî ji hêla Jordan Pickford ve hate asteng kirin.

Di deqîqeya 67-an de, aqubet Azzurri gola wekhevî gihand torê. goga ku Marco Verratti bi ser xwe ber bi derwazeya Îngilîstanê avêt ji aliyê Pickford ve hat astengkirin, lê Leonardo Bonucci berteka wê li torê xist.

Bonucci, di 34 saliya xwe de, bû lîstikvanê herî kevn ê ku di fînala Şampiyoniya Ewropî de gol avêt.

Piştî ku her du aliyan di dema asayî de, bi encamek 1-1, nekarîn zêdetir golan qezenc bikin, pêşbirke derbasî dema dirêj bû.

Di xuleka 97-an de, Kalvin Phillips ji tîma Îngilîstanê ji qira qutikê topek avêt lê ev top negihêşte encamê û gol nrebû.

Di dema dirêj de her du tîman nekarîn gol bavêjin û pêşbazî dûv re derbasî penaltiyan bû.

Îtalya di penaltiyan de Îngilîstan 3-2 têk bir û ji EURO 1968-an ve karî ku yekem xelata Şampiyoniya Ewropa qezenc bike.

Serepeyv