Tîrmeh 12, 2021 08:41 Asia/Tehran
  • Îtalya bû qehremanê Euro 2020î

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îtalyayê karî bi têkdana Inglîzê di fînala Euro 2020î da, bibe qehremana van pêşbirkan.

Li gorî rapora IRNAyê, Tîmên neteweyî yên fûtbalê yên Inglîs û Îtalyayê yekşemiyê bi şev di fînala Euro 2020î da ji saet 23:30 li werzişgeha Wîmbêliya bajarê Londonê çûn pêşberî hev û di dawî da Tîma neteweyî ya Fûtbala Îtalyayê karî di derbêîn penaltiyê da hevrika xwe têk bide û bibe qehreman.

Di dema asayî da encama pêşbirkê 1-1 bû û di demên zêdekirî da jî tu golek nehat avêtin.

Di derbên penaltî da Îtalyayê karî bi encama 3-2 bi ser keve û kupê bibe Romê.

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îtalyayê sala 1968an jî bûbû qehremana van pêşbirkan.

Hekemê vê pêşbirkê Biyorn Kaypêrzê 48 salî ji Holendê bû.

 

Serepeyv