Tîrmeh 10, 2021 09:20 Asia/Tehran
  • Tîma Paris Saint-Germain a Fransayê sê lîstikvanên navdar transfer kirin

Tîma Paris Saint-Germain a Fransayê, PSG'yê ku ji bo transferê îsal 200 mîlyon Euro veqetandiye ji ALmanya, Îngilistan û Îtalyayê 3 lîstikvanên navdar transfer kirin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Tîma Paris Saint-Germain a Fransayê (PSG) par di lîga xwe de lîg wekî duyemîn bi dawî kir. PSG, di Lîga Qehremanan de jî di nîv fînalê de li hemberî Manchester City têk çûbû. PSG dixwaze tîma xwe xurtir bike. Ji bo vê yekê xwediyê tîmê Nasser El Khelaifi ji bo rojnameya Le Parisienê axiviye û diyar kiriye ku wan îsal ji bo transferê 200 mîlyon Euro veqetandiye. Ji bo qilûbe veqetandina ew qas pereye astek bilind e.

Tîmê niha ji Real Madridê Sergio Ramos transfer kir. Ramos ku li klûba Madrîdê bûbû wekî kevirê bingehîn lê ligel klûbê li hev nekir û PSG'ê cih de dest avêt wî. Ramos ji bo 2 salan peyman îmze kir.

Li aliyê din PSG'ê ji Liverpoola Îngilistanê  jî Georginio Wijnaldum transfer kir. Wijnaldumê ku piştî Feyenoord, PSV û Newcaslte Unitedê di sala 2016'an de çûbû Liverpoolê û li wir di Premier Lig, Lîga Qehremanan a UEFA'yê û di Super Kûpayê de bi ser ketibû. Ligel Wijnaldum heta 2024'an peyman hat girêdan.

Her wiha klûbê ji Intera Îtalyayê jî Hakimi transfer kir. Hakimi ji bo 5 salan peyman îmze kir. Par Inter bûbû Qehremnan û Hakimi di vî warî de kedek mezin dabû. Klûba ji bo Hakimi 71 mîlyon Euro heqê bonservîsê da.

 

Serepeyv