Tîrmeh 07, 2021 18:41 Asia/Tehran
  • Kûpa Cîhanê ya Basketbolê ya Ciwanan; Îran li hemberî Lîtvanya têk çû

Tîma basketbolê ya ciwanên Îranê di pêşbirka 16-an a Kûpa Cîhanê ya li Letonyayê de pêşbirka xwe li hember Lîtvanyayê winda kir.

Li gorî IRNAyê, tîma neteweyî ya Îranê îro (Çarşemî, 7ê Tîrmeh) di saet 16:30 bi dema Tehranê çû pêşberî tîma neteweyî ya Lîtvanya.

Ciwanên Îranê ev lîstik bi encama 53 ber 96 winda kir. Di vê pêşbirkê de, her 12 lîstikvanên tîma Îranê ya neteweyî lîstin.

Ji ber vê yekê, tîma basketbolê ya ciwanên Îranê divê li hember hevrikên xwe pêşbaziyê bike da ku pileyek ji 9 heya 16-an bi dest bêxe.