Tîrmeh 07, 2021 09:01 Asia/Tehran
  • Îtalya bû fînalîstê yekem

Di pêşbirka nîv fînala EURO 2020an de ya futbolê, Îtalya û Îspanya hatin hemberî hev. Di dawiya 120 xulekan de pêşbirk 1-1 bidawî bû û Îtalya di penaltiyan de bi 4 – 2 Spanyayê têk bir û bû yekemîn fînalîst.

Îtalya û Spanya li stadyûma Wembleyê ya Brîtanyayê hatin hemberî hev. Dema asayî 1-1 wek hev bi dawî bû.

Di dema dirêjkirî de jî deng ji herdû aliyan derneket û penaltiyan fînalîstê yekem diyar kir.

Îtalya di xuleka 60emîn de bi gola Federico Chiesa 1-0 ket pêşa Spanyayê. Spanya jî di xuleka 80 da bi gola Alvaro Morata bersiv da Îtalyayê û skor bû 1-1 û dema asayî wiha bi dawî bû.

Di dema dirêjkirî de jî ti alî bi serneket. Îtalya di penaltiyan de bi 4 – 2 Spanyayê têk bir û derket fînalê.

Îtalya dê di 11 Tîrmehê de bi serketiyê pêşbirka Înglîstan-Denmarlê re fînal bileyze.

Serepeyv