Tîrmeh 06, 2021 00:30 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 157 kesên din bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 157 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 84 hezar û 949 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemê 5 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 16 hezar û 25 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin. ku ji wan hezar û 780 kes di nexweşxanan de hatin razandin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 270 hezar û 843 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 940 hezar û 874 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gor amarên fermî yên welatên cîhanê heya vê demê zêde ji 184 milyon kes li cîhanê bi Koronayê ketine ku  zêde ji 3 milyon û 994 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv