Tîrmeh 05, 2021 19:43 Asia/Tehran
  • Werzişkarên Îranê 68 kota ji bo beşdarî di Olîmpîkê de bi dest xistin

Werzişkarên îranî di 16 kûrsan de 68 kota bona beşdariya di 32emîn Lîstikên Olîmpîka Tokyoyê de stendin.

Li gorî IRNA roja Duşemê; Werzîşkarên îranî, ku berê di Olîmpîkan de ji 14 serdanan derbas nedikirin, li Tokyoyê cara yekem e ku di 16 beşan de kota girtin.

Ev 68 kota di 14 beşên takekesî de hatine stendin: bezîna dora meydanê, kevanî, guleşt, karate, şûrlêdan, tenîsa masê, boks, qayiqajotin, rakirina wezne, avjenî, badmînton, duçerxsiyarî, tîrkevan û taekwondo, û du kûrsên tîmên voleybol û basketbolê.

Tevî belavbûna nexweşiya koronayê û bandora wê ya neyînî li ser bidestxistina zêdetir kota, Îranê karî 68 kota bistîne, lê di dawiyê de bi 67 kota ve çû Tokyo û yek kota ji ber dopînga Behmen Eskerî di karateyê de ev kota ji dest da.

Karwanê Îranê dê bi 56 werzişkarên mêr û 11 werzişkarên jin re biçe Tokyoyê.

Serepeyv