Swîsrayê di penaltiyan de ji Fransayê bir
Di 16 dewreyên dawîn ên 16emîn Şampiyona Futbolê ya Ewrûpayê (EURO 2020) de, Swîsrayê di penaltiyan de bi encama 5-4 ji Fransayê bir û derbasî çarêkfînalê bû. Di dema asayî ya pêşbirkê û dema zêdekirî de lîstik bi encama 3-3 bidawî bûbû
Şeva Duşemê Fînalîsta EURO 2016 û Şampiyona Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018, Fransa û tîma Swîsreyê di çarçoveya lîstikên gera 16an a Euro 2020 de li Stada Neteweyî ya Buxarêsta Romanyayê derketin hemberî hev.
Steven Zube di xûleka 15 û 81 Haris Seferovic du gol ji Swîsreyê re tomar kirin û di xûleka 90-an de Mario Gavranovic jî golek ji Swîsrayê lêxst.
Di xûlekên 57 û 59mîn de Karim Benzema du gul ji Fransayê tomar kirin û di xuleka 75an de jî stêrkê Fransî Paul Pogba golek ji welatê xwe li xist.
Bi vî awayî Fransa û Swîsra bûn 3-3.
Piştre herdu tîman bo dema 30 xûlekan di dema zêde de berdewamî dan pêşbirka xwe, lê ti aliyekî nekarî gola serkeftinê tomar bike û rewş gihîşt lêdana penaltiyan.
Ji bo tîma Swîsreyê, Gavranovic, Schar, Akanji, Vargas û Mehmedi penaltî lêxistin û topên xwe kirin gol.
Bo tîma Fransayê jî, Pogba, Giroud, Thuram û Kimpembe û Mbappe penalty lêdan lê Mbappe nekarî topa xwe bike gol û bi vî awayî Swîsreyê bi encama 5-4 lîstik bir û bo qonaxa çarêkfînalê serket.
Biryar e roja 2ê Tîrmehê û di saet 19:00 de tîma Swîsreyê bi tîma Spanyayê re bilîze.