Îspanya derbasî fînala çaryekê bû
Îspanya di 16emîn gera Futbolê ya Ewropayê (EURO 2020) de ku dema normal 3-3 bi dawî bû, di dema dirêjkirî de Kirvatyayê(Kirvatîstan) bi 5-3 têk bir û derket çaryeka fînalê.
Di pêşbazî gera 16emîn a EURO 202an de Îspanya û Kirvatya li stadyuma Parkenê ya li Kopenhaga paytexta Denmarkê hatin hemberî hev.
Kirvatya di xuleka 20emîn de bi gola lîstikvanê Îspanî Pedri ku avêt qela xwe 1-0 ket pêşiya Îspanyayê.
Pablo Sarabia di xuleka 38emînde gola wekheviyê avet û encam bû 1-1.
Di xuleka 57emîn de vê care bi gola Cesar Azpilicueta Îspanya bi 2-1 ket pêş.
Îspanya di xuleka 77êmîn de bi gola Ferran Torres ferqê derxist 2yan û bû 3-1.
Di xuleka 85emîn de bi pasa Luka Modriç, Mislav Orsiç gola Kirvatyayê ya 2emîn tomar kir.
Di xuleka 90+2emîn de Kirvatya bi gola Mario Pasalic gola 3yemîn dît û bû 3-3.
Dema normal a pêşbirkê 3-3 bidawî bû û dema dirêjkirî hate destpê kirin.
Di dema dirêjkirî di xuleka 100î de vê carê Alvaro Morata Îspanyayê cardin xist pêş û encam bû 4-3. Di xuleka 103yemîn de Mikel Oyarzabal 5emîn gola Îspanyayê tomar kir û encam bû 5-3 û pêşbazî bi vê encamê bi dawî bû û Îspanya derbasî fînala çaryekê bû.
Îspanya dê di 2 Tîrmehê de bi serketiyê pêşbirka Fransa-Swîsreyê re bileyze.