Hezîran 28, 2021 15:10 Asia/Tehran
  • Euro 2020: Komara Çêkê bi 2-0 Hollanda têk bir û derbasî qonaxa din bû

Di gera 16emîn a 16mîn Şampiyona Futbolê ya Ewropayê (EURO 2020) de, Komara Çêkê bi encama 2-0 Hollanda têk bir û derbasî çarêkfînalê bû.

Li gorî nûçeya Rûdawê,Di çarçoveya leyîzên Euro 2020 de ku ji ber pandemiya Koronayê par di dema xwe de nehatibû sazkirin û îsal tê birêvebirin, herdu tîmên Hollanda û Komara Çêkê di gera 16an de li Puskas Arena ya Budapesta paytexta Macaristanê hatin pêşberî hev.

Di xûleka 55an de, yarîzanê hêla berevaniyê yê tîma Hollandayê "Matthijs De Ligt" karta sor wergirt û bi wê yekê tîm bi 10 lîstikvanan leyîz berdewam kir.

Di xûleka 68an de, yarîzanê Komara Çêkê, 'Tomas Holes' yekemîn gola tîma xwe û leyîzê tomar kir û bi 1-0 tîma xwe pêşxist.

Di xûleka 80an de, 'Patrik Schick' gola duyem a tîma Komara Çêkê tomar kir û tîma xwe bi 2-0 pêş xist.

Leyîz bi 2-0 di berjewendiya Komara Çêkê de bi dawî hat û bi vê encamê tîma Komara Çêkê derbasî çarêkfînala Euro 2020 bû û dê bi tîma Danmarkê re bilîze.

Pêşbirka çarêkfînakê ya di navbera her du tîman de dê roja Şemiyê 3ê Tîrmehê di saet 19.00an de li Bakûya paytexta Azerbaycanê bi rê ve biçe.

Tîma Danmarkê şeva Şemî 26ê Hezîranê li yarîgeha Wembley ya Londonê bi encama 4-0 li tîma Walesê bir û derbasî qonaxa din bû.

Serepeyv