Avjenîkarê Îranî kota Olîmpîkê bi dest xist
Hezîran 25, 2021 18:34 Asia/Tehran
Avjenîkarê Îranî karî ku kota(para) beşdariya di pêşbirkeyên Olîmpîkê de bi dest xîne.
Li gorî IRNA; Avjenîkarê îranî Mêhrshad Efqerî îro Înê di pêşbirkên Bulgarîstanê de kotaya beşdariya B ya Olîmpîka 2020 bi dest xist.
Efqerî Nûnerê avjeniyê yê Îranê karî rekora 53.46 di katagoriya 100m minminîkê de tomar bike û jortir ji asta derbasbûna nav beşa B ya Olîmpîka Avjeniyê anku (53.52) bû.
Li gorî zagonên Federasyona Avjeniyê ya Cîhanê, yên herî baş ên ku gihîştine kotaya ketina nav Olîmpîkê ya B, di kategoriya Lîstikên Olîmpîkê yên Tokyoyê yên 2020 de cih digirin.
Olîmpîka Tokyoyê dê kêmtir ji meheke din de were lidarxistin.