Hezîran 25, 2021 18:14 Asia/Tehran
  • Serketina guleştgirên îranî li Stenbolê

Guleştgirên Îranê li pêşbirkên Tirkiyê hevrikên xwe têk birin.

Li gorî rapora  îro ya Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyonên Îranê; Tîma neteweyî ya guleşta azad a Îranê pêşbaziyên xwe bi du serketinên li pey hev di Kûpa Yaşar Dogu a Tirkiyê de dest pê kir.

"Ebulfezl Hacîpûr" di giraniya 65 Kg de hevrikê xwe yê Frensî têk bir û "Husên Fîrûpûr" li hember guleştgirê Kanadayî bi ser ket.

Sêzdeh guleştgirên tîma neteweyî ya Îranê di heşt giraniyan de beşdarî Kûpaa Yaşar Dogu bûne.

Pêşbaziyên navneteweyî yên guleşta azad a Kûpa Yaşar Dogu ya Tirkiyê, perçeyek ji sîstema renkîng a Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê ye.