Di Kûpa Cîhanê ya nîşanbaziyê de werzişkarê îranî medala zêrîn stand
Hezîran 25, 2021 17:36 Asia/Tehran
Nîşanbazê Olîmpîkî yê Îranê di Kûpa Cîhanê ya Kirvatîstanê de madala zêrîn bi dest xist.
Li gorî nûçeya îro ya Ajansa Nûçeyan a IRIB Newsê, "Cewad Forûghî", werzîşkarekî tîma neteweyî ya nîşanbaziya bi tepançê ya Îranê, bi serketina li hemberî hevrikê xwe di pêşbirkên Tepançê ya Kûpa Cîhanê ya gulleberdanê de pileya yekem bi dest xist.
Di vê kategoriyê de, nîşanbazên Sirbî û Hindî jî cihên duyemîn û sêyemîn girtin.
Kûpa Cîhanê ya gulleberdanê ya Kirvatistanê bi beşdariya 520 werzîşkaran ji 47 welatan tê li dar xistin.