Hezîran 24, 2021 15:56 Asia/Tehran
  • Kirîstiyano Ronaldo sipasiya Elî Dayî kir

Kirîstiyano Ronaldo piştî gihîştina li rekora Elî Dayî û wergirtina peyama dilîn a kapîtanê berê yê Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê, pesna wî da.

Li gorî rapora ISNAyê, Kirîstiyano Ronaldo kapîtanê Tîma neteweyî ya Fûtbala Portekîzê di pêşbirka di gel Tîma Fransayê li Euro 2020î, bi avêtina du gulan, hejmara gulên xwe yên neteweyî gihandine 109an û gihîşte Elî Dayî da ku her du bi awayê hevpar bibin baştirîn gulavêjên pêşbirkên neteweyî yên cîhanê.

Piştî vê yekê, Elî Dayî postek li ser Înstagramê weşand û tevî pîrozkirina Ronaldo ji ber işkandina vê rekorê, ew wek mirovekî Îlhambexş bi nav kir.

Ronaldo jî çend saetan piştra di storiya Înstagrama xwe bertek nîşan da û nivîsî: "Qehremanên rasteqîn hertim qehreman dimînin. Ez gelekî şanaz im ku min gotineke wisa dilovanane ji aliyê nimûneyekî mezin wekî te (derbarê xwe) xwend. Sipas Elî Dayî"

 

Serepeyv