Hezîran 23, 2021 12:30 Asia/Tehran
  • Daxwaza 'Bila cihê pêşbirka fînala Euro 2020î biguhere' di rojevê de ye

Biryar ew bû pêşbirka fînalê ya Euro 2020'î li Londona Îngilistanê bê lîstin lê ji ber ku asta vîrusa Koronayê li Îngilistanê zêde bûye meseleya pêşbirka fînalê tê nîqaşkirin. Serokê Îtalyayê jî li ser vê fikra xwe got.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Vê carê 11 welat ji bo Euro 2020'î mazûvanî dikin. Biryar ew bû ku pêşbirka fînalê ya Euro 2020'î li Stada Wembley a li Londona Îngilistanê bê lîstin, lê ji ber ku li Îngilistanê  asta virusê careke din bilind bûye meseleya pêşbirka fînalê hat nîqaşkirin.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi ku ligel Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hevdîtin pêk anî li ser vê meseleyê jî sekinî.

Draghî got, "Li welatê ku bûyer zêdetir dibin de divê mazûvanî çênebe. Ezê bikim ku vê yekê bidim sekinandin. Divê pêşbirka fînalê ya Euro 2020'î nekeve talûkeyê."

Li ser vê yekê UEFA'yê hê tiştek negotiye û tu biryar jî negirtiye.

 

Serepeyv