Hezîran 15, 2021 23:31 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên seretayî yên Kupa cîhanî ya 2022an; Îran bi ser ket û hilkişiya qonaxa din

Memûriyeta dijwar a Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê bi sserketina 1-0 li hemberî Iraqê û hilkişiyana wek tîma serê komê bo qonaxa dawiyê ya bijartina kupa cîhanî ya 2022an a Qeterê pêk hat.

Li gorî rapora IRNAyê, Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê Sêşemiyê bi şev di pêşbirkeka girîng û çarenûssaz ji qonaxa seretayî ya Kupa cîhanî ya 2022an da çû pêşberî Iraqê û serketina binirx a 1-0  bi dest xist da ku bi 18 puenan wek tîma serê derbasî qonaxa din bibe.

Ev pêşbirk ji koma sêyem a pêşbirkên seretayî yên parezemîna Asyayê bi hekemtiya Îlgîz Tantaşov ji Uzbekistanê û li werzişgeha Şêx Elî bin Muhemed Alê Xelîfe li Menameya Behreynê hat lidarxistin.

 

Serepeyv