Hezîran 14, 2021 17:40 Asia/Tehran
  • Werzişkarên Îranê di Şampiyoniya Taekwondoyê ya Asyayê de sê madalên zîv bidest xistin

Tîma netewî ya tekwondoyê ya Îranê di roja yekem a Pêşbaziyên Şampiyoniya Asyayê de sê madalên zîvî stendin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îran Pressê ya roja Duşemê, di vê pêşbirkê de ku bi beşdariya werzîşkarên 11 welatên Asyayî li Beyrûta paytexta Libnanê tê lidarxistin, "Elî Selmanî", "Emîrriza Mêhreban" û "Mercan Seleşûrî", sê pumicekarên tîma netewî ya taekwondoya Îranê, bûn berqehremanên pêşbirka Asyayê.

"Areş Ferhadiyan" rêvebirê tîmên neteweyî yên tekwondoya Îranê, di derheqê van pêşbirkan de got: "Tîmên neteweyî yên tekwondo yên mêr û jinanên Îranê bi 40 werzîşkaran beşdarî van pêşbirkan bûne."

Rêvebirê tîmên neteweyî yên tekwondoya Îranê herwiha got: "Di pêkhateya tîma şandî ya Îranê werzîşkarên netewî yên taîmwondo yên Olîmpîk û Paraolîmpîkê jî beşdar in û dê ji bo amadekariyên zêdetir ji Olîmpîka Tokyoyê re têbikoşin."

Pêşbaziyên Şampiyoniya Taekwondo ya Asyayê li Beyrût, paytexta Libnanê, pênc rojan di sê beşên Pumseh, Parateakwando û Kyurogi de tên lidarxistin.

Serepeyv