Hezîran 14, 2021 17:06 Asia/Tehran
  • Xatûna taekwondokar ya Îranê li Asyayê bû berqehreman

Mercan Seleşûrî Pumicero Îranê di tûra şeşemîn a Şampiyoniya Asyayê ya 2021-an de di beşa takekesî û rêza temenê 18 heya 30 salî de hilkişiya ser pileya duyem an berqehremaniyê.

Li gorî IRNA; Qonaxa şeşemîn a Şampiyoniya Pumice ya Asyayî îro (Duşem) li Salona Nohad Nofal a Beyrûtê bi beşdariya 88 werzişvanan ji 11 welatan li dar ketiye.

Di dawiya pêşbaziyên takekesî yên di koma jinan a 18-30 salî de, Mercan Selehşûrî ji Îranê bi 7.83 pûanan karibû platforma berqehremaniyê ya Asyayê bidest xîne; Nûnera Koreya Başûr bi 8.13 puanan bû qehreman û ya Fîlîpîn bi 7.61 pûanan hilkişiya ser pileya sêyem û ya Lubnanê jî bi 6.85 pûanan hilkişya ser pileya çaran.

Pêşbaziyên Şampiyoniya Taekwondo ya Asyayî ji 14 heya 18 Hezîranê li Beyrûta Libnanê, di sê beşan de yên wekî Pumseh, Parataekwando û Kyurogi, tê lidarxistin.