Di Şampiyoniya Taekwondoyê ya Asyayê de 5 dawerên îranî daweriyê dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i326874-di_Şampiyoniya_taekwondoyê_ya_asyayê_de_5_dawerên_îranî_daweriyê_dikin
Di Şampiyoniya Taekwondoyê ya 2021ê ya Asyayê de 5 dawerên îranî hekemiyet û daweriyê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 08, 2021 13:53 Asia/Tehran
  • Di Şampiyoniya Taekwondoyê ya Asyayê de 5 dawerên îranî daweriyê dikin

Di Şampiyoniya Taekwondoyê ya 2021ê ya Asyayê de 5 dawerên îranî hekemiyet û daweriyê dikin.

Li gorî IRNA; Hafiz Mehdewî, Abdulreza Beharî, Zehra Hadîzade, Zehra Semediyan û Mensûr Heddadî hakim û dawerên tekwandoyê oên navneteweyî yên Îranê ne ku dê di Şampiyoniya Asyayê de dadrisî û daweriyê bikin.

Şampiyoniya Asyayê dê di 14-ê Hezîranê heya 28-ê hezîrana 2021-an de, li sê beşan: Pumseh, Paratekwondo û Kyurogi, bi mêvandariya Beyrûtê paytexta Libnanê li dar keve.

Li ser vexwendina Komeleya Taekwondo ya Asyayî, Hafiz Mehdewî (derece 1), Abdulreza Beharî (derece 1), Zehra Hadîzade (derece 2), Zehra Semediyan (derece3 ) û Mensûr Heddadî (derece 3) wek dawertên tekwondoyê yên Îranê dê di van pêşbaziyan de dadresî û daweriyê bikin.

Tîmên taekwondo yên mêran û jinan ên Îranî dê beşdarî her sê beşên van pêşbaziyan bibin.