Cara yekem, voleybola Îranê di cîhanê de bû heftemîn
Hezîran 04, 2021 15:55 Asia/Tehran
Di dîrokê de yekem car, tîma netewî ya voleybola Îranê di Federasyona Navneteweyî de di rêza heftemîn de cih girt.
Li gorî IRNA-yê, Federasyona Navneteweyî ya Voleybolê piştî bidawîbûna roja çaremîn a Lîga Voleybola Mêran di beşa mêran de rêza xwe ya herî dawî ragihand.
Tîma neteweyî ya Îranê, bi pûanên ku ji serketina li hember Kanada bi dest xistin, di vê rêzkirinê de şûna Arjantîn girt û di rêza heftemîn de ma.
Bê guman, Japonya hîn jî di cîhê şeşemîn a cîhanê de ye û tîma herî baş a Asyayê ye, lê ji Îranê tenê 2 pûanên wê zêde ne.
Di serê vê lîsteyê de hîn jî Brezîlya, Polonya û Dewletên Yekbûyî di rêza yekem heta sêyemîn de ne.