Yekem karwanê werzîşê gihîşt Tokyo
Hezîran 02, 2021 18:20 Asia/Tehran
Yekem koma nûnerên ji 206 welatan ên ku beşdarî Olîmpîkê dibin xwe gihandin Tokyoyê ku 32emîn dewra Lîstikên Olîmpîkê mazûvaniyê bikin.
Li gorî IRNAyê, lîstikvanên tîma Softball ya Avusturalya şeva borî, mehek û 20 roj berî destpêkirina Lîstikan, wekî koma yekem a beşdarên Lîstikên Olîmpîkê yên Tokyo, şeva borî gihîştin Japonya ku idarxistina vê bûyera Olîmpîkê li Japonya hevdemê Pandemya Koronayê bû sedema protestoyên tund.
Koma werzişvanên Avusturalya piştî gihiştin Balafirgeha Narîta ya nêzîkî Tokyo testa koronayê dan û Nêzîkî sê saetan piştî hatina lîstikvanên Softballa Avusturalyayê, karbidestekî Japonî ragihand ku testa Koronayê ya hemî kesên ku hatine welatê me neyînî ye.